Li Xalfetî û Pirsûsê 3 kes hatin binçavkirin 2019-06-13 11:20:51 RIHA – Li navçeyên Pirsûs û Xalfiyetê bi hêceta parvekirinên medya civakî 3 kes hatin binçavkirin.    Li navçeyên Xalfetî û Pirsûsê yên Rihayê cenderme û polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û 3 kes binçavkirin. Mustafa Karak û Cengîz Ugurlu li Pirsûsê û Celal Kayran ê li Xalfiyetê hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê. Hat zanîn ku her sê kes bi hêceta parvekirinên medya civakî bi îdaya “Propaganda rêxistinê” kirine hatine binçavkirin.