Di Roja Mafê Zarokên Cîhanê de zarokên Êzîdî 2017-11-19 11:24:14   ŞENGAL - Zarokên Êzîdî yên di fermana 73'an a bi destê DAIŞ’ê li dijî êzîdîyan pêk hat de derûniya wan xera bû ketin nava travmayê, di Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de li bajarê Şengalê ya ji DAIŞ'ê hat azadkirin ketin ber objektifên Ajansa Mezopotamyayê.    Di 3'ê tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn. DAIŞ'ê fermana 73'emîn bi serê gelê êzîdî de anîbûn. Di fermanê de herî zêde zarok mexdûr bûbûn. Zarok dîl hatibûn girtin û hatibûn revandin. Gelek zarok jî hatin qetilkirin. Zarokên êzîdî yên rastî fermanê hatin û ji destê DAIŞ'ê hatin azadkirin îsal li Şengalê 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê pêşwazî dikin. Zarok û jinên hatin azadkirin, li Şengalê piştgiriyek taybet a perwerdehî û derûniyê tê dayîn. Zarokên îsal 20'ê mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê li Şengalê pêşwazî dikin ketin ber objektifên Ajansa Mezopotamya (MA).    Piştî Şengal hat rizgarkirin dibistan hatin vekirin. 13 dibistan ji bo zarokan hatin vekirin. Li bajar heta niha 1000-1.500  zarok li dibistanan perwerde dibin. Hêjmara zarokên diçin dibistanê roj bi roj zêdetir dibin. Li kampa Serdeşt a piştî fermanê li Çiyayê Şengalê hat avakirin, dibistanên nû tên vekirin. Zarok li dibistanên ji konteyniran hatine avakirin perwerde dibînin.    JI BO ZAROKAN TURNUVA GOGÊ    Di nava zarokên ku wêneyên wan hatin kişandin de zarokên ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin û azad bûn jî hene. Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ), li navenda Şengalê ji bo zarokên Şengalê turnuvaya zarokên Şengalê amade kir. Zarokên temenê wan 10-16 salî tev li turnuvaya gogê dibin.   ZAROKÊN ÊZÎDÎ KETIN BER OBJEKTÎFÊN MEZOPOTAMYA   Gelek zarokên êzîdî tevî malbatên xwe piştî 3 sal şûnde hatin azadkirin û dîsa vegeriyan warê xwe. Zarokên dîsa li wargeha xwe vegeriyan, her çend cih û warên wan talan bûbe jî ken ji rûyê wan kêm nabe. Zarok bi kêfxweşiya vegeriyane warên xwe bi aramî di nava bermahiyên şer de dilîzin. Hin zarok jî di dikanên ku li ser rê hatine vekirin dixebitin. Hin zarok jî li parkên ku ji bo wan hatine avakirin ziyaret dikin.    Meclîsa Xweser a Demokratik a Şengalê, ji bo zarokên hatine azadkirin dersên taybet ên ji bo aramî û derûniyê didin.    MA / Nazım Daştan