Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan 2019-06-12 17:26:09   STENBOL - Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî di saetên sibê de çûn Îmraliyê di saetên êvarî de vegeriyan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, bi armanca bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne re hevdîtin bikin serê sibê çûn Îmraliyê.  Buroya Hiqûqêya Asrinê li ser hesabê twitterê agahî da û got: “Parêzerên Buroya me Prz. Newroz Uysal û Prz. Rêzan Sarica îro (12.06.2019) bi boneya bi muvekkîlê me  Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike ber bi Grava Îmraliyê ve bi rê ketin. Em Cemaweriyê agahdar dikin." Parêzer piştî di saetên sibê de çûn Îmraliyê, ji Îmraliyê vegeriyan.