Doza Mehmet Ayvalitaş: Dozger beraeta bersûcan xwest 2019-06-12 15:54:11   STENBOL - Danişîna doza cînayetê Mehmet Ayvalitaş yê di bûyerên Gezî de maşîne lê qelibî û jiyana xwe ji dest da hat dîtin. Dozger der barê bersûcan de bi hinceta delîlên têr tune, xwest bersûc bên berdan.    Di bûyera Parka Gezî de li Navçeya Umraniye li ser rêya TEM'ê maşînê li Mehmet Ayvalitaş qelibandibû û Mehmet Ayvalitaş jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mijarê doz hatibû vekirin. 23'emîn danişîna dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadolu ya Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de bavê Ayvalitaş Ali Ayvalitaş, birayê wî Muharrem Ayvalitaş û û parêzerên wî, bersûc Mehmet Gorkem Demîrbaş, Cengiz Aktaş û parêzerê bersûcan Yalçin Tura beşdarî danişînê bû. Heyetê diyar kir ku der barê bûyerê de rapora heyetê hatiye û di raporê de tê gotin ku Mehmet Ayvalıtaş ku jiyana xwe ji dest da û Seyit Kartal, bi qisûr in. Dîsa di raporê de diyar kir ku bersûc Mehmet Gorkem Demirbaş û Cengiz Aktaş bê qisûr in. Parêzera Ayvalitaş Sevgi Enver Koroglu, diyar kir ku wan bi baldarî rapor nehatiye amade kiriye û analîzên teknîk kirine û xwest CD ya ku xistine dosyayê bê temaşekirin. Li ser daxwaza parêzer CD temaşe kirin. Koroglu, anî ziman ku di raporê de û dîmenên di CD de naşibin hev û wiha got: "Rapor li ser delîlên bê bingeh hatiye amadekirin. Dikarin hiza ajokar tespît bikin. Lê kesên dazan di raporê de diyar dikin ku wan xiza maşînê tespît nekirine. "    Bavê Mehmet Ayvalitaş Ali Ayvalıtaş jî anî ziman ku 10 caran çûye cihê bûyerê û wiha got: "Ez bi xiza 160-170'an rawestiyam. Ger ku ez karibin vê yekê bikim, ev nîşan dide ku bi zanebûn maşîne ajotiye ser zarokan. Bila dilê we bi min neêşe. Lê edaletê pêk bînin. Ji bo xwedê bersûcan bigirin."    Dozger Alî Fuat Akin jî dijberî vê yekê der barê  bersûcan de bi hinceta delîl kêm in xwest bersûc bên berdan. Heyetê piştre danişîn bi sedema beyan bên amadekirin doz taloq kir.