Îlankirina ‘Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re’ jî tabloya tarî neguhert 2019-06-12 15:09:23 AMED – Li Tirkiyeyê ji 2 milyonan zêdetir zarokên karker hene. Tevî ku li Tirkiyeyê “Sala Têkoşîna Bi Zarokên Karker Re” hat îlankirin jî lê di sala 2018’an de rêjeya zarokên karker zêde bû û 67 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di meha gulana îsal de jî 163 cînayetên kar pêk hatin û 9 zarok bûn qurbana kar.    İro Roja Têkoşîna Karkeriya Zarokan a Cîhanê ye. Li çar aliyê dinyayê yek ji birîna herî kûr ew e ku zarokên karker in û ev nayê astengkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo bikeve pêşiya karkeriya zarokan di sala 2002’an de vê rojê wek Roja Têkoşîna Karkeriya Zarokan a Cîhanê îlan kir. Ancak li gorî daneyên 2016’an ên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) li dinyayê zarokên temenê wan di navbera 5-17 diguhere 218 milyon zarokên karker hene. Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehî Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) li Tirkiyeyê ji 2018’an ve 2 milyona zarokên karker hene.    Li Tirkiyeyê tabloya zarokên karke dîsa tarî ye. Dema mirov li sarlên bihûr dinêhire di sala 2013’an de 59 zarok, di sala 2014’an de 54 zarok, di sala 2015’an de 63 zarok, di sala 2016’an de 56 zarok, di sala 2017’an de 60 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Hikumeta AKP’ê di serdema desthilatdariya xwe de ji ber sal bi sal mirina zarokên karker zêde bû di sala 2018’an de wek sala “Sala Têkoşîna Zarokên Karker” îlan kir. Di vê çarçoveyê de Wezareta Malbat, Xebat û Xizmeta Civakî bernameya xwe vê têkoşîna bi zarokên karker re heta 2023’an derxist. Lê heta niha tu gav nehatên avêtin. Her ku çû rêjeya zarokên karker zêde bûn.    Li gorî daneyên ÎSÎG’ê di sala 2018’an de gellek cînayetên kar pêk hatin û div an cînayetan de 67 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji zarokên jiyana xwe ji dest dan 23 kes di bin 14 saliyê de bûn. Tabloya 2019’an ji tabloya salên çûyî ne cudatir e. Di meha gulanê ya 2019’an de 163 cînayetên kar pêk hatin û 9 zarokan jiyana xwe ji dest da. Ev mirin di nava karê çandiniyê, kîmya, dar, metal û veguhestinê de pêk tê.    ‘TIŞTA KU DIKIN TENÊ DÎMEN E’    Serokê Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Sena Amedê Abbas Şahîn da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bo karkeriya zarokan bê astengkirin li gel peymanên navnetewî jî hatine îmzekirin tenê tiştek tê kirin ew jî ew e ku dîmenê wek ku tiştek dikin . Şahîn anî ziman ku bi ser 2 milyonî re zarokên karker hene û zarok di karên herî zor de tên xebitandin. Şahîn bal kişand ser perwerdehiya zarokan û got: “Dema em li herêmê dinêhirên, zarok nikarin perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bibînin. Ji ber vê yekê jî ji perwerdehiyê dûr dimînin. Divê ji bo zarokan cîhanek xweş bê avakirin.”   ‘ZAROKAN DIAJON NAV KARÊN ZOR Û ERZAN’    Seroka Komeleya Zarokên Rengarenk Dîlan Taşdemîr jî got karkeriya zarokan her tim di rojeva komeleya wan de ye. Taşdemîr destnîşan kir ku divê mafê zarokan her tim bê parastin û li gorî mafê gerdûnî mafên perwerde, tenduristiyê û parastinê bê temînkirin û zarokan diajon nav karên zor erzan. Taşdemîr got divê zarok bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin.    ‘ZAROK BI QAÇAXÎ TÊN XEBITANDIN’    Ji Buroya Hiqûqê ya Bindestan Parêzer Sezîn Uçar jî got her çiqas bi gellek yasayan xebitandina zarokan qedexe be jî lê dîsa zarok tên xebitandin. Uçar diyar kir ku sererastkirinê ji bo zarokan tên kirin jî bi nêrînek li gorî zarokan pêk nayê û got: “Îstîhdama li derveyî qeydan ji sedî 98’ê wê ji zarokan pêk tê. Ji bo meriv balê bikişîne ser vê yekê jî ev dane bes e û girîng e.”