Endamê OHD’ê Tombûl nehat berdan 2019-06-12 13:56:27   STENBOL - Di doza darizandina endamê OHD’ê Parêzer Can Tombûl ê girtî de, şandeya dadgehê biryara dewamkirina girtina Tombûl da.    4’emîn danişîna doza darizandina Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Can Tombûl ê girtî, li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Tombûl beşdarî danişînê bû û gelek parêzeran jî danişîn şopandin.    Tombûl di danişînê de mafê axaftinê girt û got: “Ez bi komploya Midûriyeta Polîsan hatim girtin. Ez berdana xwe daxwaz dikim.” Parêzerên parastin kirin jî xwestin hempîşeyê wan Tombûl bê berdan.    Dozger jî, xwest girtina Tombûl dewam bike. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku girtina Tombûl dewam bike û danişîn taloqî 16’ê Tîrmehê kir.