‘Divê piştevaniya ji bo Şirnexê bê xurtkirin' 2017-11-19 09:15:46 ŞIRNEX- Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat, ji bo tevlîbûna "Kampanyaya 1000 Malbatên Xwişk û Bira" bang li her kesî kir.  Li Şirnexê, di dema qedexeya dreketina derva ku di navbera 16'ê Adarê û 14'ê Mijdara 2016'an de hat îlankirin de, li 7 taxan bi hezaran mal ahtin rûxandin. Bi hezaran welatiyên mexdûr bûn, tevî hemû zor û zehmetiyan jî li bajêr man û hewl dan jiyana xwe îdame bikin. Malbatên ku tevî hemû zor û zehmetiyan bajêr neterikand, ketin xaniyên bi kirê û 600 lîreyî heqê kirê didin. Şirnexî bi hatin zivistanê re banga xurtkirina piştevaniyê li her kesî kirin.    'GEL VAN DERA NATERIKÎNE'    Sala çûyîn ji bo piştevaniyê di bin bavê Heyva Sor a Kurdistanê de kampanyaya bi navê "1000 Malbatên Xwişk û Bira" hatibû destpêkirin. Îsal dema vê kampanyayê saleke din jî hat dirêjkirin. Hevseroka HDP'a Bajêr Zeynep Unat, dest nîşan kir ku divê di çarçoveya kampanyayê de bêtir piştevaniya malabatan bê kirin û banga alîkarî û piştevaniyê li her kesî kir. Unat, diyar kir ku bi hatina zivistanê re mexdûriyeta malbatan zêdetir dibe û wiha got: "Malên mirovan hatin rûxandin. Lê belê bi tu awayî gel xaka xwe neterikand. Gel mexdûr e, lê van deran anterikîne."    Unat, dest nîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de piştevaniya hezar malbatî tê kirin, lê belê hejmara malbatên mexdûr bûne zêdetir e. Unat wiha got: "Em spasiya kesên kampanyayê bi rê ve dibin dikin. Gelek mirovên me yên hestiyar hene, lê em dixwazin ev heasiyet zêdetir bibe. Çimkî hejmara malbatên me yê mexdûr zêde ye. ZIvistan hat. Li bajêr zivistanê jiyan zehmet e. Em dixwazin gelê me li hemberî vê yekê bêtir bi hesas tev bigere."