Hevserokê HDP'ê Camci: Amed tu caran bêdeng nabe 2017-11-19 09:14:58 AMED – Hevserokê HDP'a Amedê Mehmet Şerîf Camci anî ziman ku wê li Amedê polîtîkayên li gor realîteya gel esas bigirin û wiha axivî: "Bi awayekî topyekûn dorpêçkirina Amedê tê xwestin, lê bila kes ne li benda bêndegiya kurdan be."  Mehmet şerîf Camci ku bû Hevserokê HDP'a Amedê, anî ziman ku di dîroka siyaseta kurd de Amed xwedî cihekî girîng e. Camci anî ziman ku niha pêkanînên tên sepandin li bajêr bi navê huqûqê tu tiştek tune ye û wiha axivî: "Di 12'ê Îlonê de jî huqûq hebû. Her çi qas bi naverokeke faşîzan bû jî, lê dihat sepandin. Sepandinên vê serdemê li huqûqa hundurîn a welat jî nayê."    ‘DIXWAZIN BI AWAYEKÎ TOPYEKÛN AMEDÊ DORPÊÇ BIKIN'    Camci, dest nîşan kir ku sepandinên derhuqûqî bi awayekî neyînî bandor li Amedê jî kirine û wiha domand: "Dixwazin bi awayekî topyekûn bajêr dorpêç bikin. Tê xwestin ku di bin van sepandinan de kurd hebûna xwe bidomînin." Camci got ku îktîdar li hemberî kurdan polîtîkaya dijminahiyê esas digire û wiha got: "Bi van sepandina gel dev ji daxwazên xwe yên xwezayî bernadin. Bila kes ne li benda bêdengiya vî gelî be. Ev gel hêrsa xwe dide ser hev. Çimkî we hemû malên vî gelê, jiyana wî bi KHK'yan veguherandiye zindanê."    ‘EM Ê POLÎTÎKAYÊN LI GOR REALÎTEYA GEL HILBERÎNIN'    Camci anî ziman ku ew baş bi derûniya gel dizanin û wiha got: "Rêveberiya me ya nû dest bi peywirê kir. Em rewşa heyî wek rewşeke ku bê qebûlkirin nabînin. Em vê yekê huqûqî û rewa nabînin. Em red dikin." Camci got ku ew ê polîtîkayên li gor realîteya gel hilberînin.    Camci, balê kişand ser axaftina Serokwezîr a li Şirnexê ku gotibû PKK ji rûxandina 27 mizgeftên hatin rûxandin berpirisyar e û wiha got: "Dema me li hemberî şer aştî diparast, em li gor van pêşbîniyan diaxivîn. Heke hûn di şer de sînoran nas nekin, pîvanên we tune bin, wê ev bûyer xwe bidin der. Mizgeftên me mabetên pîrozwer ên gel in. Divê her kes bi hesas nêzî van mabetan bibe. Dema Sûr hat serobinokirin, me dît ku li gor van hesasiyetan tevgerîn xwe nedan der."