Berteka raftîngê: Walî Dersimê tune dike 2019-06-12 12:23:44   DERSIM – DEDEF û Desteya Parastina Munzurê bertek nîşanî şampiyona raftîngtê ya cîhanê ku ji aliyê walîtiyê ve tê lidarxistin da û gotin bi şahiyên vî rengî Dersim tê tunekirin.    Federasyona Komeleyên Dersimê û Desteya Parastina Munzurê têkildarî şampiyona raftîngê ya ji aliyê Walîtiya Dersimê ve tê lidarxistin daxuyaniyek nivîskî da. Saziyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser erdnîgariya Dersimê ya bi nebatên xwe pir cûre tê nasîn û hat gotin dewlemendiya ekolojîk dewlemendiya herî girîng a sosyo-çandî ye. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê demildest pirrengî û pircûrebûna Dersimê divê bê parastin û hat gotin Walîtîya Dersimê bi rêbazen cuda Dersimê tune dike û zirarê dide hemû xweza, çand, gelî, çem, hebûna wê.