Polîsan li Heskifê mudaxaleyî HDP'iyan kir. 33 kes binçav kirin 2019-06-12 11:28:21 ÊLIH – Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên Êlihê xwestin li Heskifê li dijî hilweşîn û talankirina warê dirokî daxuyanî bidin. Lê polîsan mudaxaleyî çalakiya ciwanan kir û yek jê rojnameger 32 endamên ciwanên HDP’ê binçav kirin.    Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlihê bi armanca hilweşîn û talankirina Heskifê şermezar bikin xwestin li Heskifê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Hevserokên HDP'ê yên Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdinç jî tev li çalakiya ciwanan bûn. Dema ciwanên HDP'ê hatin Heskifê û xwestin daxuyaniyê bidin polîsan mudaxaleyî  çalakiyê kirin. Polîsan bi hinceta "Biryara Walîtiye heye" destûr nedan û mudaxaleyî çalakiya ciwanan kirin. Polîsan yek jê rojnameger 32 endamên ciwanên HDP’ê binçav kirin. Polisan Rojnameger Sonya Bayik û 32 ciwanên HDP’î bi lêdanê binçav kirin. Polîsan wêneyê nasname rojnamegeran jî kişandin.