'Tevn li hemberî zihniyeta baviksalarî serhildan e' 2019-06-12 10:45:59 ÎZMÎR - Hunermend Sîmla Ûgûr ku feraseta tevna kevşop li nêzikayiya modern disepîne got ku tevn ji bo rêwitiyeke û li hemberî zîhniyeta baviksalar ku jinê dîl digire serhildan e.  Hunermend Sîmla Ûgûr ku rêwitiya xwe ya hunerê bi çanda tevnê ya ku di rabîrdûya erdnîgariya lê ji dayîk bûye heye de bi goşt û hestî kiriye, 20 sal in bi karê hunera tevnê re eleqedar dibe. Ûgûr bi perwerdeya teknîkên tevnê û  nexşkirina mefûr û berrikan ku li Bûrsayê girt, dest bi jiyana xwe hûnerê kir. Ûgûr heta niha îmze avêtiyê bin 10 pêşengehên takekesî, 100 pêşengehên tevlîhev 5 pêşengehên navneteweyî. Ûgûr di hûnera xwe de benikên hevde weke tûwal bi kar tîne û hewl dide ku cûreyên amûrên xwe berfireh bike.     Ûgûr diyar kir ku ji laşê mirov bigire heta molekulên hewayê li her derê tevn heye û wiha got: "Taybetmendiya bi he ve girêdanê ya tevnê heye. Min bi hîskirinê dest bi tevnê kir û 20 sal in tevnê dikim. Îfadekirina bi tevnê gelek hez dikim." Ûgûr destnîşan kir ku tevn bi reng û forman bi bandortir dibe û ev tişt anî ziman: "Her ben, amûre plastîk, metalên demîr û paçên ku ez wan bi kar tînim dibe hevkarê çîroka min."   'DÎLGIRTINEKE JI BER ZÎHNIYETA BAVIKSALERÎ HEYE'   Aliyekî balkêş ê xebatên Ûgûr heye. Ev jî zêde hebûna nîgara Şahmaran e. Ûgûr vê yekê wiha aşkera kir: "Jin jiyan bi xwe ye. Xweza jin e. Lê mixabin xwezeyeke wiha tê dîlgirtin. Dîlgirtineke ji ber zîhniyeta baviksalarî heye û nîgarên di tevna min de serhildaneke li hemberî vê ye. Di xebatên min de parvekirin û înşakirina cihaneke azad heye."