Derbarê malên TOKÎ'yê yên Nisêbûnî de vekolîn hat destpêkirin 2019-06-12 09:45:42 MÊRDÎN - Malên TOKÎ'yê ku piştî qedexeye derketina derve ya Nisêbînê hatin lêkirin û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan gelek caran kir amûra hilbijartinê, li gel ku bi ser lêkirina wan de 3 sal derbas bûye jî hê teslîmê gel nehatine kirin. Hat hînbûn ku di înşakirina van malan de bi milyaran nelirêtî hatiye kirin û ji ber vê yekê derbarê malan de vekolîn hatiye destpêkirin.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî qedexeya ku di 14'ê Adara 2016'an de hat îlankirin û di 21'ê Nîsana 2018'an bi temamî hat rakirin, ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Malên Komî (TOKÎ) ve biryara lêkirina 9 hezar û 500 daîre hat dayîn. Li gel ku demeke dirêj di ser de derbas bûye jî hê daîre bi temamî bi dawî nebûne. Malên ku desthilata AKP'ê her tim bi wan propagandaya xwe dike û ji ber biçûkbûna gel ji wan gilîker e, nayê zanîn ku dê kîngê bê teslîmkirin. 342 daîre û 36 kargehên ku di meha çileyê de bi peşkê xwediyên wan hatibûn diyarkirin jî teslîmî xwediyên xwe nehatine kirin.    ERDOGAN 'TESLÎM KIR' PIŞTGIRIYA KIRÊ HAT BIRÎN   Serokkomar Erdogan beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê hatibû Mêrdînê û li bajar ji bo malên qala wan tê kirin 'merasîma teslîmkirinê' li dar xistibû û ragihandibû malan teslîmê xwediyê wan ktiriye. Lê piştî çûyîna Erdogan mal teslîmê xwediyê wan nehatin kirin. Her wiha piştgiriya kirê ku ji bo kesên malên wan hatibûn hilweşandin diha dayîn jî bi binasiya merasîmê hat birîn.    VEKOLÎNA NELIRÊTIYÊ YA DI HEMÛ ASTAN DE    Li aliyê din derket holê ku derbarê malên ku hê gelek kêmasiyên wan hene de vekolîna nelirêtiyê hatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku serçavdarên Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê di meha gulanê de hatine bajar û di her astê de derbarê înşakirina malan de vekolîna nelirêtî û bêusûliyê daye destpêkirin. Hat hînbûn ku hemû amûrên ku di înşakirina malan de hatine bikaranîn û fîrmayên berpirsyar jî ketin ber vekolînê û vekolîna hatiye destpêkirin hê jî didome. Tê gotin ku fîrmayên berpirsyar bi awayekî neheq bi miyonan pere kar kirine û piştî vekolînê dê derbarê van fîrmayan de lêpirsîn bên destpêkirin.    FÎRMAYEKE DIN ÎXBAR KIR!   Her wiha hat ragihandin ku bi heman rengî vekolîn derbarê malên TOKÎ'yê yên li navçeya Artûklûyê jî hatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku vekolîna li vir li ser îxbara fîrmayeke ku di înşakirina malan de cih digire hatiye destpêkirin.    MA / Ahmet Kanbal