Wê HDP ji bo hilbijartina Stenbolê çalak tev bigere 2019-06-12 09:25:29 ENQERE – Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê di civîna xwe ya 10'ê Hezîranê de der barê hilbijartina Stenbolê de biryarên girîng girtin. Wê HDP, ji bo li Stenbolê dengek jî berhewa neçe wê tev bigere.    Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 10'ê Hezîranê li navenda giştî ya partiyê li hev civiya. Di civînê de ji bo hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê biryarên girîng girtin. HDP, wê bi dirûşmeya "Em faşîzmê têk bibin Tirkiyeyê demokratîk bikin" tev bigere û xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bilezîne.    Di civînê de hat destnîşan kirin ku di hilbijartina dawî de HDP bi stratejiya xwe de careke din nîşan daye ku partiya her derdorê ye û hêza sereke ya muxalîf a Tirkiyeyê ye. Di cîvînê de hat destnîşan kirin ku wê HDP ji niha û pê ve jî vê xeta xwe bidomîne û wê ji bo demokrasiya Tirkiyeyêê bi awayekî çalaktir ji bo hilbijartina Stenbolê tev bigere. Di civînê de hat diyarkirin ku divê di hilbijartina Stenbolê de dengek jî berhewa nebe û wê HDp ji bo vê tev bigere û xebatên xwe bilezîne.    PLANSAZIYA JI BO PEYAMÊN OCALAN    Her wiha HDP, di civînê de bi awayekî zêde li ser peyam û 7 madeyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 2'yê Gulanê de bi rêya parêzeran bi raya giştî re parve kir hûr bû. Di nîqaşn hatin kirin de ji bo deklerasyona 7 madeyî bi awayekî zêde bê nîqaşkirin wê plansaziyekê bike.    Di civînê de asta tecrîda li ser Ocalan û operasyona derî sînor a Tirkiyeyê jî hat nîqaşkirin. HDP, ji bo vê di civînêde diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêkên sereke divê tecrîd bi temamî rabe û ji bo vê jî bal kişand ser têkoşînê. Her wiha di civînê de operasyonên derî sînor hatin nîqaşkirin û hat gotin ku divê demildest dev ji van polîtîkayên şaş bê berdan.    MA / Selman Guzelyuz