Dozger ji dêvla îşkencekaran, bav û parêzer tawanbar kir! 2019-06-12 09:22:58 ÎZMÎR – Yîgît Uste, li navçeya Torbali ya Îzmîr hatibû binçavkirin û îşkencekirin. Dozgeriyê ji bo giliya Uste got "pêdivî bi peyketinê tune ye" û bi ser de jî navê wî û parêzerê wî tawanbar kir. Dozger ji bo bav got "qeyda wî ya sûc heye" û ji bo parêzer jî got, rê li ber muwekîlê xwe dixe.    Di 7'ê Cormeha 2018'an de li navçeya Torbali ya Îzmîrê Yîgît Uste hatibû binçavkirin û polîsan 6 saetan ew îşkence kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê serlêdana Uste esas negirt û di 29'ê Adara 2019'an de got "pêdivî bi peyketinê tune ye."    Dozgeriyê di biryara xwe de derpêş kir ku bi raporên bijîşkan jî hatiye tespîtkirin ku Uste nehatiye îşkencekirin. Her wiha dozgeriyê bavê Ust Harbî Uste jî tawanbar kir. Bav Uste, ji bo bûyera kurê xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê dabû. Dozgeriyê îdia kir ku bi tu awayî pêkanînên binpêkirina rûmetê û fizîkî çênebûne û bav tawanbar kir. Dozgeriyê di biryara xwe de bilêv kir ku di qeydên UYAP'ê de ji ber birîndarkirineke hêsan qeyda Harbî Uste heye.   Parêzer Zafer Încîn jî diyar kir ku ew ê ji ber van tawanbariyan li Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) giliyê dozger bike. Încîn, diyar kir ku dogzer wî û bavê muwekîlê wî tawanbar kiriye û bi vî awayî xwestiye îşkencekaran bêsûc nîşan bide. Încîn, got: "Wexta min hevdîtin bi muwekîlê xwe Yîgît Uste re kir, destê wî reş bibûn û serê wî werimî bû. Ji min re got wî birine nav erdekî beyar û li vira hatiye îşkencekirin. Me jî ji ber vê gilî kir. Lê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê jî, diyar kiriye ku min rê li ber muwekîlê xwe xistiye û min jê re gotiye bê hatiye îşekneckirin. Der barê îdiayên îşkenceyêd e gelek caran me doza raporên bijîşkan kirin, lê belê gotin li ser dosyeyê biryara sînordarkirinê heye û ew ê raporan nîşan nedin û ser bûyerê girtin. Li vira ê divê bên tawanbarkirin ne em in, divê personelên tê îdiakirin îşkencekirine demildest bihatana tespîtkirin û lêpirsîneke adil bihata kirin. Lê mixabin dozgerî em atwanbar kirin û dixwaze ser bûyera îşekneceyê bigire û îşkencekaran biparêze."