ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-12 09:00:04   * Li Colemêrgê şivanên pez berdan zozanan, ji ber bi boşbûna Robarê Erzikiyê re tûnga li ser robar di bin avê de ma, nikarin derbasî wî aliyê robar bibin.    * Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan û bang li rayderan kir ku tevdîrê bigirin.    * Par li Pirsûsê xizmên wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzkarên wî Hecî Esvet şenyaşar û kurê wî Celal û Adil Şenyaşar kuştibûn. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê di bûyerê de tenê Fadil Şenyaşar ku bavê wî û du birayên wî hatin kuştin hat girtin. Dayika wî Emîne Şenyaşar, got: "Ên hatin kuştin em in û ên hatin girtin dîsa em in. Çima?"    * Yîgît Uste, li navçeya Torbali ya Îzmîr hatibû binçavkirin û îşkencekirin. Dozgeriyê ji bo giliya Uste got "pêdivî bi peyketinê tune ye" û bi ser de jî navê wî û parêzerê wî tawanbar kir. Dozger ji bo bav got "qeyda wî ya sûc heye" û ji bo parêzer jî got, rê li ber muwekîlê xwe dixe.    *  Endamê Hewldana Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmîrê Mûstafa Guven, bi boneya Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan axivî. Guven, bilêv kir ku di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de 26 zarok jiyana xwe ji dest dane û got, heta krîza aborî hebe wê zarokên karker jiyana xwe ji dest bidin.    * Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku piştî bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê li gelek girtîgehan girtî nehatine muayenekirin. Çevîrmen, bilêv kir ku divê pêkanînên derî mirovî bi dawî bibin.    * Serokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk  (KKP) Sînan Çîftyurek, diyar kir ku meseleya Kurd êdî li herêmê û gerdûnê bûye meseleya "Kurdistan" û wiha got: "Dewleta ku naxwaze vê yekê qebûl bike, di 19'ê Gulanê de li Semsûnê bi kişandina wêneyekî peyam dan. Li dijî vî wêneyî, pêdivî bi siyaseta Kurd a "îtîfaqa ku çavdêriya Ocalan dike" heye.    * Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê di civîna xwe ya duh na pêr de der barê hilbijartina Stenbolê de biryarên girîng girtin. Wê HDP, ji bo li Stenbolê dengek jî berhewa neçe wê tev bigere.    * Hilbijêrên Kurd ên derbarê hilbijartina Şaredariya Stenbolê de axivîn, bal kişandin ser lewheya kurdî ya li Bedlîsê hat rakirin û nîqaşên derbarê navê Dersimê de hatin kirin û gotin: “Desthilatdarî di mijara Kurdan de ne jidile û ev helwest dê bandora xwe li sindoqan bixwe.”    * Nûnerên BAMÎS û DEV-TEKSTÎL'ê der barê mirina 4 karkerên ku li Çayirovayê jiyana xwe ji dest dan de axivîn û gotin: "Em ji Somayê dizanin. Patron û rêveberên bi awayekî aşkere girtiyan ber bi mirinê ve dişînin tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin."    * Danişîna doza derbarê cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk de hat vekirin, dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza darizandina endamê OHD’ê Parêzer Can Tombûl ê girtiye, dê li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Şaxa ÎHD’ê ya Edenê, dê bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê  li dar bixe. (12.30)   * Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrêrojhilat (DGD), bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dê li salonekê dawetê ya li Sefakoy civîna çepemeniyê li der bixe û derbarê pêvajoyê de nirxandin bike. (19.00)