Li Bedlisê tabelayek din a Kurdî daxistin 2019-06-11 20:17:32 BEDLÎS - Li aliyekî Binalî Yildirim hat Amedê û got: "Memûsê Kurdistan". Li aliyê din şaredariyên ku AKP'ê bi dest xistine, yek bi yek tabelayên Kurdî dadixin. Li bajaroka Tatîk a Navçeya Hîzanê ya Bedlisê jî Şaredariya AKP'î  tabelaya Kurdî ji avahiyê daxist.    Înkar û tunekirina li dijî Kurdî û nirxên kurdî berdem dike. Her çend, piştî hilbijartina 31'ê Adarê li aliyekî bixwazin xwe bi Kurdan bidin şêrînkirin jî, li aliyekî Binalî Yildirim hat Amedê û got: "Memûsê Kurdistan". Li aliyê din şaredariyên ku AKP'ê bi dest xistine, yek bi yek tabelayên Kurdî dadixin. Li bajaroka Tatîk a Navçeya Hîzanê ya Bedlisê jî Şaredariya AKP'î  tabelaya Kurdî ji avahiyê daxist. Şaredarê AKP'î Kerem Çabuk tabelaya Kurdî ya bajarokê ku li ser "Şaredariya Tatik" hatibû nivîsandin daxist û tabelaya Tirkî li şûna wê daliqandin. Berê jî tabeleya Bedlîs û Tetwanê daxistibûn xwarê.