Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin 2019-06-11 17:34:43         STENBOL – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestinîn (KCDP) rapora meha gulanê aşkere kir û diyar kir ku di Gulanê de 37 jin hatin kuştin.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestinîn (KCDP), rapora tundiya li dijî jinan a meha Gulana 209'an bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê di Gulanê de 37 jin hatin kuştin. Platformê di raporê de anî ziman ku di nava cînayetên pêk hatine de 5 jê bi awayekî şik hatine kuştin 21 jin jî ne diyar e çima hatine kuştin. KCDP'ê da zanîn ku 2 jin bi hinceta aborî û 8 jîn jî ji ber xwestin der barê jiyana xwe de biryarê bistînin hatin kuştin. 1 jê dema xwest hevjîne xwe berhde hat kuştin. Platformê da zanîn ku heta neyê zanîn jin ji aliyê kê ve û çima hatine kuştin, neyê tespîtkirin darizandinek adîl pêş nakeve. Platformê destnîşan kir ku heta bersûc neyê cezakirin wê tundî û kuştina li dijî jinê bidome.    KUJERÊ 9 JINAN NAYÊ ZANÎN    Platformê da zanîn ku di Gulanê de 37  jin hatine kuştin û 9 ji wan ji aliyê kê ve hatine kuştin ne diyar e. Platformê di raporê de da zanîn ku 11 jinên hatin kuştin zewicî bûn û ji aliyê zilamê ku bi wan re zewicîbûn ve hatin kuştin.  5 jî bi mêrê bi hevre dijiyan 4 jî ji aliyê mêrê ku xwest ji wan biqetin ve hatin kuştin. Jinek ji aliyê bav ve, jinek ji aliyê bira ve û 4 jin ji aliyê kurên xwe ve û 2 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin. Li Stenbolê 4, li Îzmirê 4, li Antalyayê 3, li Kocaeliyê 3, li Edeneyê 2, li Aydinê 2, li Amedê 2, li Qeyseriyê 2, li Samsunê 2, li Afyonê 1, li Bartinê 1, li Çewlikê 1, li Îdirê 1, li Kutahyayê 1, li Mêrsînê 1, li Nîgdeyê 1, li Orduyê 1, li Osmaniyeyê 1, li Sakaryayê 1, li Tekirdagê 1, li Dersimê 1, li Uşakê 1 jin hatin kuştin. Ji 14 jinên hatin kuştin jê dayik bûn. "