ÎSÎG'ê li Amedê meclîs ava kir 2019-06-11 16:05:25 AMED – KESK, DÎSK, DTO, TMMOB û Hevparên wê li Amedê Meclisa ÎSÎG a Amedê ava kir.    KESK, DÎSK, DTO, TMMOB û Hevparên wê, li Amedê Meclîsa ÎSÎG'ê ya Amedê    Li Amedê rêxistinên ked û pîşeyî, parêzer û rêxistinên civaka sivîl ên ji KESK, DÎSK, DTO, TMMOB û Hevparên wê pêk tên, Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) avakirin. Meclîsê, bi civîneke çapemeniyê damezrandina xwe îlan kir. Meclisê li Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê avakirina xwe bi civîna çapemeniyê îlan kir. Di civînê de Reveberê Meclîsa ÎŞÎG'ê Mahfuz Karaaslan, anî ziman ku bêtenduristiya kapitalizmê pir alî ye û wiha got: "Tişta herî zede kedkar eleqeder dike tenduristiya wî ye. Ewlehî u tenduristiya karker ne tenê xizmeta tenduristiyê ye, di heman demê de pirsgirêka çîn, îktidar û elimandinê ye."    Karaaslan, emê ji bo astengiyên li pêş sendikabûna karkeran rakin, cînayetên kar bi dawî bikin, ewlehiya karkeran pêş bixin, ji bo kedkar wekî meta neyê dîtin û keda wan neyê xwarin, emê têbikoşin. Ji bo em têkoşînek berfirehtir û kûrtir bimeşînin emê bi saziyên têkoşîna ked û demokrasiyê didin re bêtir bi hevre bimemiş û vî karî bi hevre bimeşînin."