‘Em êrîşên li dijî goran lanet dikin’ 2019-06-11 15:45:28 STENBOL - Malbatên xizmên xwe winda kirin, derbarê rûxandina goran de, daxuyanî da û gotin: “Em vê êrîşa di tu bawerî û olan de tune ye û dij exlaqî lanet û şermezar dikin. Ji bo êrîşên wiha pêş nekevin em bang hestiyariyê li raya giştî dikin.”  Malbatên xizmên xwe winda kirin, derbarê rûxandina goran de li avahiya  Komeleya Alîkarî û Piştîvaniya Malbatên Anadolû yên Xizmên xwe Winda kirin (An –Yakaydar) a li Ûnkapanê civîna capemeniyê li dar xistin. Hevberdevkê Bajêr ê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Mevlut Aykoç, Rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Bajêr, rêveberên HDP’ê yên Bajêr, nûnerên Ensîtîtuya Kurdî ya Stenbolê û gelek xizmên windayan beşdarî civînê bûn. Pankarta bi zimanê Kurd û Tirkî ya “Mirin ji bo hemû zindiyan rastiyeke, gor maf û pîroziyên hemû mirovên dimirine û dest nedin goran” bi salonê ve hat kirin.   ‘POLÎTÎKAYÊN JENOSÎ DEWAM DIKIN’   Faysal Ozdeş li ser navê malbatên xizmên xwe  winda kirin daxuyaniyê çapemeniyê xwend û wiha got: “Di salên 90’î de bi hezaran gund  hatin şewitandin. Di pêvajoya pevçûnan de, bi hezaran kes hatin binçavkirin û li kolanan hatin serwinda kirin. Ji ber vê erdnîgariya Kurd veguheriye zeviyan goran. Li ser esasê ji bîr kirinê mafê  gorê nedan bi hezaran kesên li Agirî, Geliyê  Zilan û Dersimê hatin qetlkirin. Li gorî peymanên navneteweyî ev jenosîda çandî û fizikiye. Ev ne wijdanî û exlaqiye. Ev polîtîkayên jenosî de di roja me ya îro de jî tê jiyîn.”   ‘267 CENAZE REVANDIN’   Ozdaş, anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an de cenazeyê bi sedan kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristanên cuda hatin definkirin û wiha bilêv kir: “Li ser vî esasî bi dehan goristan li Xerzan, Tetwan, Fereşîn, Bestler, Dersim û Lîcê hatin avakirin. Çawan ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, êrîş li dijî goristanên Xerzan, Gimgim, Lîcê, Fereşîn, Tetwan û Yenîkoy pêk ahtin. Dîsa di 16’ê Kanûna 2017’an de 267 cezane ji Goristana Xerzanê  hatin revandin. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin, gelek caran serlêdan kirin. Lê hemû hewl danên wan bên encam man.”    BANGA HESTIYARIYÊ KIRIN’   Ozdaş, bal kişand ser rûxandina gorên gundê Sûsî ya navçeya Lîcê û wiha got: “Malbatên ku di cejnê de çûn ser gorên zarokên xwe dîtin ku gor hatine rûxandin. Em baş dizanin ku ev êrîş ne takekesî ne. E êrîş bi zanebûn û bi rêxistin kirî hatine kirin. Ji bo ku êdî êrîş pêk neyin em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyari tevbigerin.”