Boz ê kêr di navê wî de çikilandin: Ji bo ku min got heq, hiqûq û edalet gef li min xwarin 2019-06-11 14:51:05   STENBOL - Hilbijêrê Kurd Reîs Boz ê piştî derbarê hilbijartina Stenbolê de nêrînên xwe anîn ziman, li ser dîwarê mala wî navê wî hat nivîsandin û kêr kirin, diyar kir ku ji ber got heq, hiqûq û edalet gef li wî hat xwarin. Boz, anî ziman ku gefa li wî hat xwarin, malbata wî kiriye nava fikar û tirsê.  Hilbijêrê Kurd Reîs Boz ê di kanala Youtube ya bi navê ‘Tîmes Stenbolê’ derbarê hilbijartina Stenbolê de nêrîna xwe anî ziman ku bal kişand ser helwesta hilbijêrên Kurd, hinek kesên nasnameya wan ne diyar duh bi şev li ser dîwarê mala wî navê wî nivîsandin û kêr tê de çikadin.   Boz ê li Tahtakale ya Avcilarê dijî, piştî röportaja li kolanê dayî rastî gefa bi kêr hat ji MA re axivî.    ‘EM VAN GEFAN JI SALÊN 90’Î VE DIZANIN’   Boz, diyar kir ku rewşa îro ya Tirkiyeyê pir xeternake û wiha axivî: “Li ser hebûna nijadî ya mirovan, dubendiyek mezin heye. Di roportaja kolanê ya min kir de, tiştên pêwîst bûn min anîn ziman. Piştî ku roporta di medya civakî de bû rojev, ez rastî vê gefê hatim. Dema ku ez ji kar hatim malê, min dît kul i ser dîwarê mala min navê min hatiye  nivîsandin û kêr tê de çikilandibûn. Bi taybetî, ev rêbaz dişibe nêzîkatiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê hovîtî pêk anîn. Em van pêkanîna ji salên 1990’î, ji Torosên Spî, Faîlên kiryar ne diyar û şewitandina gundan baş dizanin. Lê wê demê jî me serî netewand û emê îro jî serî ne tewînin. Li dijî vê zilama tê jiyîn, emê dengê xwe bilind bikin. Em li dijî van bêdeng nemînin.”   'JI BO KU MIN GOR MAF, HIQÛA Û EDALET EZ TEHDÎT KIRIM’   Boz, da zanîn ku desthilatdar tim bi kar anîna ol’ê mirovan ji hev cuda dike û wiha bilêv kir: “Ez ji Erziromê me. Qeyûm tanî Erzirom û gelek şaredariyên herêmê kirin. Li vî welatî bi salan gotin ‘em kevneparêz’ û behsa Îslamyetê ji me re kirin. Min bi xwe jî di medreseyê de xwendiye. Ma gotina Îslamê eve? Gelo gotina Îslamê li Stenbol û herêmê xarina nanê herame? Gelo me ev heq, hiqûq û edalet. Ji ber ku min ev gotin, ez hatim tehdît kirin. Lê ezê tu carî rê nedin van tehdîtan. Ezê heya dawî yê fikir û ramanên xwe bînim ziman.”    ‘ŞERMA TIRKIYEYÊ’   Boz, da zanîn ku piştî bûyera gef xwarin, malbata wî nava fikar û tirsê de dijî.    Boz, dest nîşan kir ku ev şerim şerma Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Gefa xwe  ez rastê hatim, rastiya Tirkiyeyê radixwe ber çavan. Ji ber ku welatiyek tenê fikir û ramanên xwe tîne zimana, bi vî awayê rastî gefan tê. Êdî ez jî nizanim ji bo vê çi bêjim.”   Boz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî gefa li min hat xwarin heya niha tenê endamên HDP û CHP’ê li min geriyan. Ji bo  ku faîl bên dîtin û ceza kirin, ezê  serî li rayedarên berpirsiyar bidim.”