Îmamoglu: Li gorî daxwazan em ê ji bo zimanê kurdî xizmetê bidin 2019-06-11 14:31:09 STENBOL – Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bersiva pirsên rojnamegeran a derbarê xizmeta zimanê kurdî da û got: “Stran û kilamên kurdî parçeyek vê çandê ne. Di mijara zimanê kurdî de bi qasî ku daxwaz hebe em ê xizmetê bidin.”  Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu têkildarî mijarên di rojevê de li Stenbolê civîn li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand.     ‘LI GORÎ DAXWAZÊ EM Ê XIZMETA KURDÎ BIDIN’    Îmamoglu piştî daxuyaniya da pirsên rojnamegeran bersivand û têkildarî zimanê kurdî wiha got: “Stran û kilamên kurdî parçeyek vê çandê ne. Di mijara zimanê kurdî de jî bi qasî ku daxwaz hebe em ê xizmetê bidin. Bila gumana tu kesî ji vê yekê tune be.”