Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Îpekten jiyana xwe ji dest da 2019-06-11 13:19:24   EDENE - Hevserokê HDP'ê yê Sariçamê Mûstafa Îpekten ku xwîn çû ser mêjiyê wî, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Sariçamê ya Edeneyê Mûstafa Îpekten li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Hefeteyek beriya niha xwîn çûbû ser mêjiyê Îpekten û li nexweşxaneyek taybet a Edeneyê dihat tedawîkirin. Li gel hemû mudaxaleyan jî Îpekten nehat rizgarkirin û vê sibehê çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê Îpekten ji morga nexweşxaneyê bê girtin û piştî nimêja nîvro dê li Goristana Asrî ya taxa Încîrlîkê bê veşartin.