Bav du keçên xwe birîndar kir 2019-06-11 11:57:12   ÎZMÎR – Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê Mustafa Kemal S. li malê bi çekê êrîşî du keçên xwe kir û ew bi giranî birîndar kir.    Mustafa Kemal S. (45) ê li navçeya Bayrakliya Îzmîrê dijî bi çekê êrîşî du keçên xwe kir. Mustafa Kemal S. li ber çavê hevjîna xwe bi çifteyê êrîş kir û keça xwe Sudenaz S. (16) û Gamze S. (13) bi giranî birîndar kir. Polîs û xebatkarên tenduristiyê li ser îxbarê çûn cihê bûyerê û her du birîndaran bi ambulans3e rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê. Hat zanîn ku rewşa her du xwişkên hev jî giran e.    Hat gotin ku êrîşkar hevjîna xwe jî derb kiriye.