Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2019-06-11 11:56:50   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji rarêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan, Raziye Turgut, Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica û Serbest Koklo, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Serlêdanên hevdîtinê yên parêzerên Rêberê PKK'ê Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û heya 2’yê Gulana 2019’an, 810 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster li tarîmê ye" “OHAL” "Astengiyên der barê girtî yên zagona hêjmar 5275'an de" hatin redkirin.   Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de û herî dawî jî di 22’yê Gulanê de hevdîtin bi Ocalan re kirin.