Li Manîsa jinek mirî hat dîtin 2019-06-11 11:37:20   MANÎSA - Jina binavê Fatma Akkaya ya li navçeya Salîhlî dijî li mala xwe mirî hat dîtin. Di lêkolîna hat kirin de, li ser bedana Akkaya şopên lêdanê hatin tespîtkirin.    Dayika 3 zarokan Fatma Akkaya ya 63 salî li mala xwe ya li navçeya Salîhlî ya Manîsa mirî hat dîtin. Di lêkolînên ewil ên hatin kirin de, li ser bedana Akkaya şopên lêdanê hatin tespîtkirin.    ŞOPÊN DERBÊ LI SER BEDENÊ HENE    Xizmên Fatma Akkaya ya li Taxa Kûrtûlûşê bi tenê dijiya, ji ber ku demek dirêj jê agahî negirtin, çûn çala wê. Dema ku xizmên wê ketin hûndirê malê, Akkaya mirî dîtin. Li ser ixbara hat kirin ekîbên polîs û tenduristiyê sewqê cihê bûyerê hatin kirin. Di lêpirsîna polîsan a li cihê bûyerê kirin de, şopên derbê yên li ser bendana wê hatin tespîtkirin. Polîsan, tespît kirin ku mal hatiye vale kirin, lê tu amûrên bi nirx nehatine birin.     Cenazeyê Akkaya ku bi gumana hatiye kuştin, ji bo otopsiyê rakirin nexweşxanê.