ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-19 09:00:40   *Huqûqnas Ercan Kanar, biryara ku Dadgeha Makeqanûnê der barê serlêdana Parlementera HDP'ê Gulser Yildirimê da nirxand. Kanar got ku Dadgeha Makeqanûnê bi vê biryarê xwe înkar kiriye.    *Cotkarên narenciyên ku sala çûyîn ji ber nebûna îxracatê nehatin jêkirin, îsal ji ber îxaracata ber bi başiyê ve diçe kêfxweş in.    *Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar a BDP'ê Hediye Karaaslan diyar kir ku bi taybetî pergala navendî êrîşî çand û jinê dike û wiha got: "Pergala navendî ji ber ku ji pergala hevserokatiyê ditirse, êrîş dike û qeyûman tayîn dike."   *Jinên mêrsînî, bi şîara “Jin dê dorpêça bi OHAL'ê dest pê kir bişkînin" bang li hemû jinan kirin ku ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan dakevin qadan û têbikoşin.    *Mehmet Şerîf Camci ku bû Hevserokê HDP'ê ya Amedê, anî ziman ku ew ê li Amedê polîtîkayên li gor realîteya gel esas bigirin û wiha axivî: "Bi awayekî topyekûn dorpêçkirina Amedê tê xwestin, lê belê bila kes ne li benda bêndegiya kurdan be."    *Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat, ji bo tevlîbûna "Kampanyaya 1000 Malbatên Xwişk û Bira" bang li her kesî kir.    leyecek. 12.00   * Şaxa SES'ê ya Amedê dê têkildarî çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê bi tevlêbûna parezer Eren Keskin, Meclisa Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy û Tum Bel Sen'ê Hediye Karaaslan li avahiya sendîkayê panela bi lavê "Em ne OHAL'ê demokrasiyê dixwazin, Di OHAL'ê de jin çi dijîn?" pêk binin. (12.30)   * Koordînasyona Îzmirê ya HDK'ê, dê bi tevlêbûna Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit kongreya xwe pêk bînin. (13.30)    * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 376’an de berdewam bike. (13.30/18.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya STenbolê dê li Navenda Pêşandanê ya Su şahiyekê pêk bîne. (14.00)