Li Edeneyê derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn 2019-06-11 10:20:04   EDENE - Li Edeneyê li dijî Cemaeta Fethullah Gulen derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya operasyonê de 25 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdopzgeriya Komarê ya Edeneyê ve tê meşandin de bi angaşta ku di rêxistibûna perwerdeyê ya Cemaeta Fethullah Gulen de cih digirin, derbarê 56 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di saetên serê sibehê de polisan 6 saziyên perwerdeyê jî di nav de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 6 sazî û mal qul bi qul di lêgerînê de hatin derbaskirin û gelek amûrên dijîtal hatin desteserkirin.    Di çarçoveya serdegirtinan de bi angaşta ku "endamê rêxistinê ne" 25 kes hatin binçavkirin û hat ragihandin ku ji bo girtina 31 kesan jî xebatên polisan didomin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin piştî kontrola trenduristiyê birinê Miduriyeta Polisan a Edeneyê.