Li Farqînê êrîşa moşekî: 2 kes birîndar bûn 2019-06-11 09:34:31   AMED - Li Farqînê li hemberî baregeha leşkerî êrîşa moşekî pêk hat û 2 leşker birîndar bûn.    Li navçeya Farqîn a Amedê li herêma baregeha bendavê li dijî qulûbeya ewlehiyê êrîşeke moşekî pêk hat. Di êrîşê de 2 leşker birîndar bûn. Leşkerên ku birîndar bûn ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.    Piştî êrîşê li herêmê bi piştgiriya hewayî operasyoneke leşkerî ya berfireh hat destpêkirin.