ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-11 09:00:03 * Bi hatina demsala havînê re li Amedê cinîna nîsk, ceh û genim dest pê kir. Biçer û patoz ketine nav erdan, ka û teneyên zad ji hev vediqetînin. Cotkar ji bihayên ku hatine aşkerakirin, lêçûyînên li ser zad bi gazindin û diyar kirin ku kar û xesara wan hevdû dernaxe.   * Dimenên kamera yên dema polîsan li Parka Sumer a Amedê Recep Hantaş kuştin derket holê. Di dîmenan de Recep Hantaş ku rastî gulebarana polîsan tê, piştî gulebarana polis K.B. ya dawî ket xwar. Sekna K.B. ya dema guleya dawî avêtiye û rapora otopsî ya der barê kuştinê de hev temam dike. Di 14'ê Nîsanê de li Parka Sumer a Yenişehîr a Amedê Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.    * Gulendem Sari û Fatma Sevîm ku di vê germahiya havînê de li ser sêlê nan çêdikin û pê debara xwe dikin, anîn ziman ku ji ber krîza aborî karê wan jî ne wek berê ye.    * Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Bayram Demîrhan ku li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê, êdî çavekî wî nabîne û hindik maye çavê wî yê din jî kor bibe. Malbata wî xwest Demîrhan bê berdan da bê tedawîkirin.    * Rêvebirê Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Veysî Eskî bal kişand ser tedawîkirina çalakgerên Herêma Mararayê û binpêkirinên mafan û diyar kir ku ji bo ev binpêkirin bi dawî bibin pêdivî bi bertekên civkiyî heye.    * Qeyûmê ku 220 milyon TL deyn xist stuyê şaredariyê, derket holê ku di sala 2018'an de tenê ji bo "amûr û alavên din" 10 milyon û 380 hezar û 731 lîre û 51 qurîş pere xerc kiriye.    * Serokê Komeleya Dexl û Dan a Qoserê Mehmet Şerîf Oter, bal kişand ser zor û zehmetiyên li ber îxrackirina arvan û got, ji bo li herêmê îstihdam çêbibe divê qedexebûyîn bi dawî bibe.    * Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, operasyona Xakurkê ya TSK'ê nirxand û got: "Ev operasyon, mudaxileyî yekîtiya navbera kurdan dike. Dixwaze pevçûna di navbera kurdan de, şerê birakujiyê gur bike. Di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê PDK, YNK, tevgera Goran û Komala Îslamê. Divê nekevin vê xefikê."   * Danişîna doza cînayetê Gerînengeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink wê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê ditin. (10.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê wê di çarçoveya hilbijartina 23'ê Hezîranê de bi tevlêbûna wekîlên HDP'ê li gelek navçeyan bi gel re bên cem hev. (10.00-19.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, wê bi heyeta Yekîtiya Navbera Parlamenteran re li meclîsê bicive. (14.30)   * Şaredariya Perî ya Dersimê wê zebeşên Amedê li nava zeviyên xwe yên şaredariyê biçîne. (10.30)   * Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya û Yekîtiya Ekolojiyê û  Komeleya Ekolojiyê ya Amedê wê li dijî şewata daristan û zeviyan li avahiya ÎHD'ê ya Dersim û Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)