Brûskê avêt û agir bi zeviyan ket 2019-06-10 16:33:41   AMED - Li Bismilê di encama avêtina brûskê de li 17 deverên cuda agir bi zeviyan ket. Ji ber ku agir xesarake mezin gihîşt zeviyan.    Li navçeya Bismil a Amedê duh di saetên şevê de bi firtûne û baranê re brûsk avêt. Ji ber avêtina brûskê li 17 deverên cuda agir bi zeviyan ket. Agirê ku bi zeviyan ket bi bayê re berbelav bû. Ekîbin agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredaiya Bismilê ku sewqî cihê bûyerê bûn, agir kontrolkirin û vemirand.    Hat ragihandin ku hejmareke zêde zeviyên ku hê nehatiye çinîn şewitîne.