Şaredariya Erxenê civîna meclisê ji gel re vekirî li dar xist 2019-06-10 16:19:44   AMED - Şaredariya Erxenê civîna meclisa xwe li parqê bi beşdariya gel li dar xist. Di civînê de welatiyan mafê axaftinê girt û daxwazên xwe ji meclisê re ragihandin.   Li Amedê Şaredariya Erxenê ya HDP'î civîna meclisa xwe ya meha hezîranê bi beşdariya gel li Parqa Botanîk a navçeyê li dar xist. Di civîna ku hevşaredar Meryem Yildiz û Ahmet Kaya, endamên meclisê û gelek welatî tevlî bûn de xebatên ku meha gulanê hatibûn kirin, hatin aşkerakirin.    Welatiyên ku tevlî civinê bûn, derbarê dermankirinê de rexne li şaredariyê kirin û têkildlarî asta xebata pergala danezlandinê agahî xwestin. Her wiha welatiyan daxwaz kir ku rêyên gundan bên temîrkirin û şaredarî ji Miduriyeta Rêya Bejahiyê daxwaza zexmkirina rêya Xarpêt û Amede bike.   Xebatên ku li gorî daxwaz û pêşniyarên welatiyan bên kirin dê di civîneke din de bên aşkerakirin.