Parlementerên HDP’ê piştî greva birçîbûn bi gulan hatin pêşwazîkirin 2019-06-10 16:05:53   ENQERE - Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên 80 rojan di greva birçîbûnê de man, li avahiya Navenda Giştî ya  partiyê bi gul û kûlîlkan hatin pêşwazî kirin.    Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) yên Wanê Teyîp Temel û Mûrat Sarisaç ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 80 rojan di greva birçîbûnê de man û piştî banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn, li Navenda Giştî ya partiyê bi gul û kûlîlkan hatin pêşwazî kirin. Tayîp Temel ê gul ji destên xebatkarên HDP’ê girtin, spasiyên xwe pêşkêşî wan kirin.