Piştî civîna Wezîrên Elman û Îranê daxuyanî hat dayîn 2019-06-10 15:29:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas serdana Îranê kir û bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê re civiya. Piştî civînê her dû wezîran daxuyanî dan çapemeniyê û gotin: Li Rojhilata Navîn kes şer naxwaze."   Wezîrê Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas ku duh derengiya şevê gihişt paytexta Tahran Îran, bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî re civiya. Piştî civînê her dû wezîran daxuyanî dan çapemeniyê. Hat payîn ku Heîko Maas îro bi Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re hevdin bike.   'DIVÊ HEWLDAN BÊN DAYÎN'   Heîko Mass di daxuyaniyê de axivî û got: "Danûstandina dinavbera her dû welatan de gelek girînge. Rewşa Rojhilata Navîn gelek hestiyar û cidiye. Pêwîste ji bo pêşî girtina tevlihevî û şer li herêmê hewl bên dayîn. Di civînên bi welatên herêmê re hat dîtin ku ti kes şer naxwaze. Min vê peyamê ji welatên herêmê ji bo Îranê aniye. Em ji bo sozên xwe bicih bînin hemû hewldanan dikin. Lê em nikarin mucîzeyekê jî bikin. Em hewl didin mekanîzmeya ‘Instex’ dinavbera Yekitiya Ewrupa û Îranê re bicihbînin.”   Wezîrê Elmanyayê balkêşa ser aloziya li Yemen û Suriyeyê jî û wiha bilêv kir: "Divê di çarçoveya berjewendiyên me de herêm rêyek çareseriyê ya siyasî ji bo van welatane bibîne.”   'PIRSGIRÊKA ROJHILATA NAVÎN ÎSRAÎL Û AMERÎKAYE'   Piştî wezîrê Elmanyayê, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Zerîfî jî axivî û wiha got: “Pirsgirêka Rojhilata Navîn Îsraîl û bi piştgiriya Amerîkayê ye. Berevajiyê hemû yasayên navnetewî dagirkariya Quds û Golan bi fermî nasîne. Ev sucek nûye li herêmê. Ti kes nikare dijî me karek bike ku bê bersivek giran bimîne. Em nebûne despêka ti şerek û nabin jî.”   Zerîfî balkêşa ser danûstandinên bi welatên herêmê re û wiha bilêv kir: "Me ji bo cîranên xwe gotine ku em ji bo danûstandinan amadene. Ez bi hatina Baas jî gelek kêfxweşim. Ev pêşniyar hertim li ser maseye.”   Zerîf da zanîn ku serokê Amerîkayê Trump diyarkiriye ku ew bi Îranê re di nava şerek aboriyê dene û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sedema nexweşiyan li herêmê eve. Tenê rêya sekinandina nexweşiyê jî, rawestandina şerê aboriye. Elmanya û Yekitiya Ewropa dikarin rolek girîng ji bo dawî anîna şerê aborî ku Amerîka li dijî Îranê dide meşandin bilîzin.”