Kûrtûlan bersiva da gotina Yildirim a 'Kurdistan': Kurd baş dizanin, biçe ji Qesrê re vebêje 2019-06-10 14:41:30   ENQERE - Serokwekîla Koma  HDP'ê Fatma Kûrtûlan, derbarê daxuyaniya namzetê AKP'ê yê ÎBB'ê Bînalî Yildirim a "Kurdistanê" de got: "Ji xwe Kurd dizanîn di Meclîsê de parlementerên Kudistanê hebûn. Tu biçe vê ji Qesrê re vebêje." Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan, derbarê rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Kûrtûlan, di civînê de bal kişand ser gotina namzetê AKP'ê yê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Binalî Yildirim a Kurdistanê. Kûrtûlan diyar kir ku Bînalî bi gotina Kurdistanê dibêje qey ew ê deng ji gelê Kurd bigire û wiha axivî: "Ev trajîkomîk e. Em dixwazin bikin bîra Bînali Yildirim ku dema Osman Baydemîr gotina Kurdistan bi kar anî du rojan ji meclîsê hat dûrxistin û dest danîn ser nêviyê maaşê wî."   'BOLA BÎNALÎ JI QESRÊ RE VEBÊJE'   Kûrtûlan, da zanîn ku gelê Kurd wekî her demê vê demê jî perwerdeya bi zimanê xwe dixwaze û wiha bilêv kir: "Kurd dixwazin bi awayekî demokratîk pirsgirêk çareser bibin. Her îktidar û alîgirên îktidarê pir samîmî bin bila ji vir dest pê bikin. Kurd jixwe dizane Mustafa Kemal bi mebûsên Kurdistanê hevdîtin pêk aniye û li vê meclîsê mebûsên Kurdistanê hebûne. Bila Bînalî Yildirim mersela Kurdistanê bi qesrê bide famkirin. Bila li meclîsê bi ziman bike. Bînalî bi gotina Kurdistanê dibêje qey ew ê ray ji gelê Kurd bigire. Ev trajîkomîk e. Em dixwazin bikin bîra Bînali Yildirim ku dema Osman Baydemîr gotina Kurdistan bi kar anî du rojî ji meclîsê bi dûr ket û her wiha dest xistin ser nêviyê maaşê wî."