HDP'ê 3 HDP'iyên ku Hizbullahê ew kuştin bibîr anîn 2019-06-09 15:04:49   AMED - Rêxistina HDP'ê 3 HDP'iyên ku piştî serkefina 7 Haziran ji aliyê Hizbullahê ve hatin kuştin li ser gora wan ew bibîr anin.    Rêxistina HDP'ê, 3 endamên HDP'ê yên piştî serkeftina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê ji aliyê Hîzbûllahê ve hatin kuştin ew bibîr anîn. Serokê Îhya-Derê Aytaç Baran ê ku bi nêzîkatiya Hîzbûllahê tê zanin, di 9'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin. Piştî kuştina Aytaç Baran, endamên HDP'ê Bayram Ozelçî, Bayram Dagtan û Emin Ensen ji aliyê kesên çekdar di nava rojê de di serdegirtina malê de hatin kuştin. Endamên HDP'ê ji aliyê endam û rêvebrên HDP'ê ve hatin bibîranîn. Di bîranînê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku endamên wan bi awayekî hovane hatin kuştin û wiha got: "Di salên 1990'an de bi sedan welatparêzên kurd ji aliyê heman hêzê ve hatin kuştin. Li nava kolanê bi guleyên ji pişt ve hatin kuştin. 3 endamên me yên partiyê ji aliyê hêzên tarî ku milekî wan li Îran û milekî wan li Enqereyê ve hatin kuştin."    Hevserokê HDP'ê yê Yenişehîrê yê berê  Diyaddin Noya jî anî ziman ku 3 endamên wan ên hatin kuştin diyar kirin ku beriya bên kuştin diyar kiribûn ku bê navber tên şopandin û wiha got: "Ji 3 HDP'iyan 2 ji wan dema diçûn malên xwe hatin kuştin. Yek jî li malê li pêş çavê zarokên xwe hat kuştin. Emin Ensen beriya bê kuştin gotibû "Ger ku ez kuştim bila min bikujin, lê hûnê li keçên min xwedi derkevin? Lêpirsîna dosya kuştina 3 HDP'îyan piştre sewqî Dadgeha Kayseriyê kirin û dosya bê encam ma."