Zarok li Baxçeyê Hevselê derketin meşa xwezayê 2019-06-09 12:44:41   AMED - Mihrîcana Zarokên Sûrê ya ku 16 saziyan bi hevre organîze kiriye, di roja 3'emîn de li baxçeyê hewselê bi meşê berdewam kir. Zarok îro derketin meşa xwezayê.    Mihrîcana Zarokên Sûrê ya Komeleya Ekolojî û Şaredariya Sûrê jî di navde 16 saziyan bi hevre amade kiriye, di roja 3'emîn de li baxçeyê hewselê bi meşê berdewam kir. Îro di pêşengiya Komeyela Ekolojiyê de zarok li Baxçeyê Hevselê kom bûn û meşa xwezayê li dar xistin. Di meşa zarokan de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, Hevşaredara HDP'î ya Sûrê Filiz Buluttekin û gelek ekolojîst jî tev li meşê bûn. Zarokan eleqeyek mezin nîşanî meşê dan. Endomê Komeleya Ekolojiyê Zeki Kanay, li vir der barê Baxçeyê Hewselê de agahî da zarokan. Di çarçoveya mihrîcanê de zarokên 4-17 sali wê tev li xebatên 8 kargeriyan  bibin. Med-Der wê li Konaxa Cemilpaşa xebata nivîsandina çîrokan amade bike. Li mala Hunerê ya Laleşê Resim, Wêne, Dansên gel amade bike. Dîsa Ma Music Canter/ Amidart Kultur / Koma Hunerê li mala Dengbêjan çirok û nasandina Enstrumanan amade bikin. Ma Music Center û Şaredariya Surê wê li Gundê Kahbê atolye li dar bixe. Dîsa Zarok Tv wê li salona Sînema ya Çand Amed pêşandana sînemayê bidin temaşekirin. Piştre jî wê bi amadekariya Komeleya Zarokan Pîre û Luyê, Pîrê û Rovî wê fîlmên muzikal bê pêşandan.