Hevşeredarên Qersê: Emê ji bo tûrîzma baweriyê gav bavêjin 2019-06-09 11:15:39 QERS - Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, 2 mehên serdema şaredariyê nirxandin û gotin: “Me kavilekê ku ji texmînan zêdetir û mezintir dewr girt. Ligel vê yekê jî em ê di demek kurt de bajêr, hem di warê tûrîzmê û hem jî di warê hilberîna çandinî û xwezayî de, derfetan ava bikin û bajarê xwe bikin navenda dilkêşiyê.”   Hevşaredarên Qersê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ku di hilbijartina 31’ê Adarê de qezenc kirin, pêvajoya 2 mehên bi rêve birin nirxandin. Hevşaredaran, diyar kirin ku wan kavil ji rêveberiya MHP’ê dewr girtin û hêdî hêvî vî kavilî kom û paqij dikin.    ‘ME KAVILEKE BIR SER TESPÎTAN RE DEWR GIRT’   Hevşaredar Şevîn Alaca, diyar kir ku wan kavileke bi ser tespîtan re dewr girtin û wiha axivî: “Şaredariya Qersê di çirava deynan debû. Hemû hesabên wê yên bankayê hêczkirî û di rewşek blokeyî dene. Pirsgirêkên cîdî yên kirîna ekîpmentan hene û qismeke mezin ên wesayîtan jî yan xirabûne  yan jî hêczkirîne. Dîsan mûçeyên karkeran nehatine dayîn. Dibin van şertan de em hatin ser peywirê. Em necar man ku bi şaredariyek asgarî ximetê bikin. Em bi budçeyek pir kêm zibalan kom dikin, rêyan paqij dikin û hewl didin kar bikin. Ji ber budçeya heyî, em niha zêde nikarin kar bikin.”    ‘HEVŞAREDARÎ JI BO JINAN BÛYE HÊVÎ’   Yekemîn hevşaredara jin a bajêr Alaca, da zanîn ku pergala hevşaredariyê yekem care ku li Qersê tê bi rêve birin û wiha got: “Yekemîn care ku vîna jinan tê temsîl kirin. Gelê Qersê, dest pê kê biyaniyê  pergala hevşaredariyê bû. Lê bi demê pejirandin. Ev rewş ji bo jinan pir erêniye. Projeyên me yên ji bo jinan hêviyên mezin dane avakirin. Li Qersê jin bi awayekê giştî li paş hatine hiştin. Ne di rewşekê kirde dene. Herî zêde jin ji şert û mercên başêr û ji bêkariyê bi bandor dibin. Ji ber vê pergala hevşaredartiyê ji bo jinan hêviye.”    ‘EMÊ BI GEL RE SERKEFTINEK MEZIN BI DEST BIXIN’   Alaca, anî ziman ku wan li Qersê di çarçoveya guhertin û veguhertinê de propagandeyên hilbijartinê bi rêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku îdîayên me rast bûn, em qezenc kir. Niha jî bi cih anîna van îdîayane. Hêvî û bendewariyên gel pir mezinin. Em ê hemû karê xwe  bi gelê Qersê re bikin. Xwedî derketina gel emê karên pir serkeftî bikin li Qersê.”    'JI BO GEL RASTIYAN BIBÎNE ME  HER TIŞT AŞKERE KIR’   Hevşaredar Ayhan Bîlgen jî, diyar kir ku piştî wan şaredarî qezenc kir, yekem çar bi awayekê zelal tablo danîn holê û wiha got: “Emê ji vir şûnde pêşiya hemû nelirêtî, dizî û qezencên bêmaf bigirin. Gelek deynên  şaredariyê, ji ber qezencên bêmafin. Em di wê hêviyê dene ku emê vê çareser bikin û dest bi xezmeta ku gel dixwaze bikin. Di warê paqijiyê de em pir rê çûn. Gel jî pir hestiyar tevdigere. Dîsan me tesisata parke ya şaredariyê da xebitandin. Me deynê wan jî dan. Emê li gorî vê di havînê de xebatên xweyên rêyan hema bêje temam bikin.”    'EMÊ PIRSGIRÊKA AVÊ ÇARESER BIKIN’   Bîlgen, da zanîn ku derbarê avê de niha pirsgirêkên avê hene û wiha bilêv kir: “Em hewl didin van pirsgirêkan tespît bikin. Di vî warî de bi armancan piştevahiyê kesên pispor hatin bajêr û lêkolîn kirin. Emê pirsgirêka avê çareser bikin. Di dema pêş de emê hewl bibin bi gelê xwe re li ser piyan rawestin û li gorî vê xizmeta gelê xwe bikin. Ji bo ku potensiyela tûrîzmê li vê derê pêş bikeve, emê razemeniyên girîng bikin. Dîsan di rojên pêş de emê mîhrîcana xweza û zozanan li dar bixin. Dûre jî emê mîhrîcana fîlman li dar bixin.”   Bîlgen destnîşan kir ku ji bo mezinbûna bajêr wan sê projeyên girîng dane pêşiya xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me kavilekê ku ji texmînan zêdetir û mezintir dewr girt. Ligel vê yekê jî em ê di demek kurt de bajêr, hem di warê tûrîzmê û hem jî di warê hilberîna çandinî û xwezayî de, derfetan ava bikin û bajarê xwe bikin navenda dilkêşiyê.”   MA / Mujdat Can