Têkildarî şewata fabrîqeyê ku 4 penaber têde mirin 2 kes hatin girtin 2019-06-09 09:16:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çayirova ya Kocaelî di fabrîqeyekê de şewat derketibû û 4 karkerên penaber şewitîn û jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî bûyerê M.G. û F.A. hatin girtin.    Li Taxa Cumhuriyet a Navçeya Çayirova ya Kocaeliyê,  di 7'ê Hezîranê de di fabrîqeya depoya tekstîl û lojîstîkê ya 4 qatî de şewat derketibû û 4 karkerên penaber şewitîn û jiyana xwe ji dest dabûn. Serdozgerê komarê yê Gebze, têkildarî bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û 4 kes binçav kiribûn. Piştî 4 kes sewqî dadgehê hatin kirin M.G. û F.A. hatin girtin. 2 kesên din bi şertê kontola edlî hatin berdan.