Dayika eskerê di destê HPG'ê de: Dewlet 4 salin dibêjin 'Sebir bikin' 2019-06-09 09:15:33   ENQERE – Niha 12 esker û polîs di destê HPG'ê de ne. Yek ji vana efser Semih Ozbey e. Dayika efser Semih Ozbay Sadiye Ozbey, diyar kir ku heta niha bi hemû rayedarên dewletê û hikûmetê re hevdîtin kir, lê rayedaran 4 salin tenê got ‘Sebir bikin'.    Piştî Serokomar Tayyip Erdogan got 'Me pêvajo xist sarincê' û got 'Ez mase mase tune' û dawî li pêvajoya çareseriyê anî, ji nûve şert dest pê kir. Bi taybetî piştî operasyona berfireh a 24'ê Tîrmeha 2015'an şer dijwar bû. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heta 21'ê Îlona 2016'an, di kontrolên rê de 12 esker û polîs ketin destê HPG’ê. Malatan heta niha gelek caran serî li rayedarên dewletê û saziyên mafên mirovan dan û xwestin zarokên wan teslîmî wan bê kirin. Malbatên ku demek diêje agahiyê ji kurê xwe nastînin di meha Remezanê de nameyên ku zarokên wan nivisî bû gihişt destê Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û bi rêya ÎHD'ê ev name gihişt malbatan.    Malbatên ku li meclîsê bi nûnerên komên partiyên HDP, CHP û AKP'ê re hevdîtin kirin, dixwazin demek berî demekê gav bên avêtin û bi zarokên xwe re hevdîtin bikin. Yek ji esker û polîsên di destê HPG'ê de efser Semih Ozbey e. Dayika Efser Semîh Ozbay Sadiye Ozbey, diyar kir ku kurê wê li ser rêyea Dersîm-Erzinganrê hat girtin û ji 18'ê Gulana 2015’an heta niha agahî jê nastîne û têkildarî mijarê bi MA’yê re axivî.    EM PIR KÊFXWEŞ IN KU EM GIHIŞTIN NAMEYA WAN    Ozbay, anî ziman ku 4 sal berê dema kurê wê ji Dêrsimê dihat Meletiyê ew girtin û wiha got: "Herî dawî dema video belav kirin em bûn xwedî agahî. Niha jî beriya cejnê nameya ku şandin gihişt destê me. Ji ber vê nameyê em pir kêfxweş in. Em pir kêfxweşin ku me agahî ji kurê xwe girt. Gotiye rewşa min baş e. Her kêliyê di hiş û aqilê min de ye. Ez li bendê me ku xwe bigînim kurê xwe. Kurê min di nameya xwe de bang li hemû rayedaran kiriye ku dengê wan bibhîzin û wan rizgar bikin. Em dibên ku bê. Em li benda berxê xwe ne. Bila zarokên me berdin tu sûcê wan tune ye. Tenê sûcê kurê min heye ew jî memûrê dewletê ye. Ez dibêm ku kurê min bê.    HER DEM GOTIN SEBIR BIKIN.    Ozbey, destnîşan kir ku wekî malbatên esker û polîsan heta niha gelek caran seri li rayedarên dewletê dane û rayedarên dewlet û hikûmetê her dem ji wan re gotiye sebir bikin. Ozbay wiha bi dawî kir: "Berê me bi Serokomar û Serokwezîr re hevdîtin kiribû. Çend çaran bi rayedarên hikûmetê re me hevdîtin kir. Me got em her dem daxwazên xwe tînin ziman. lê hûn her dem dibêjin 'Sebir bikin. Înşallah wê çe bibe. Hinek din sebir bikin'  Ez carek din bang li Serokomar û Wezir Suleyman Soylu dikim. Ew jî dayik û bav in. 4 salin em li benda agahiyekê ne. Em dibêjin demek beri demekê bila zarokên me bidin me. Yên ku ev yek hatiye serê wan dizanin. Ji ber vê yekê bang li her kesî dikim ku dengê xwe bilind bikin. Ez bi heviya xwe bigînim kurê xwe dijîm. Bila êdî tu dayik mexdûr nebin. Hemû dayik û zarok wek hev in. Bila tu kes mexdûr nebin. Înşallah Semih tu dengê me bibhîze. Me nameya te girt. Em pir ji te hez dikin. Înşallah Emê bigêjin hev."    MA / Berivan Altan - Selman Guzelyuz