Rençberên Pirsûsê ji ber qanalên avê bêzar in 2019-06-09 09:06:36   RIHA - Rençberên Pirsûsê ku zeviyên xwe ji boriyên avê yên ji Projeya Avdaniyê ya Pompaja Deşta Pirsûsê av didin, ji ber ku her dem boriyên avê diteqin zeviyên wan di bin avê de dimînin û perîşan dibin.    Rençberên deşta Pirsûsê ya Rihayê ku zeviyen xwe bi boriyên ji Projeya Avdaniyê ya Pompaja Deşta Pirsûsê û Qanalên Avdaniyê yên Gola Benda Ataturk av didin, ji ber ku her dem boriyên avê diteqin, berhîşan dibin û zerar dikin. Projeya ku ji aliyê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) û di çarçoveya Plana Çalakiya GAP'ê de, di sala 2010'an de dest pê kir û hêj temam nebûbû Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan beriya hilbijartina 29'ê Adara 2014'an de xist xizmetê, niha gelek zerar dide derdorê. Rençberên ku zeviyên xwe ji van qalan û boriyan av dide, ji ber ku boriyên avê diteqin, zeviyên wan di bin avê de dimîne.    HEMÛ KEDA ME TALAN BÛ   Yek ji rençberê Deşta Pirsûsê Arif Demîr, diyar kir ku ji ber boriyên avê baş nehatine sazkirin û girêdan, her dem borî diteqin û dema diteqin hemû zeviya wan di bin avê de dimîne. Demîr, anî ziman ku ji ber çandiniyê wan di bin avê de ma îsal hemû keda wan û debara wan talan bû û wiha got: "Kîloya tovê pembo bi 18 tl ye. Min ji bo 25 doliman 90 kilo tovên pembo xerç kir. Li qada ku piştî borî teqiya û di bin avê de ma, min 3 ton gubre avêtibû nava zeviyê. Bi qasî 50 hezar tl min zerar dit. Li şûna fêdê bide me zerarê dide me. Serê her dolimê 130 hezar tl ji me distînin, lê zerara wê ji fêda wê bêtir e.    Rençber Halil Levent jî anî ziman ku wî tov, gubre û mazot tev bi deyn kirî ye û wiha got: "60 donim zeviya min a çandiniyê di bin avê de ma. Me agahî da rayedarên DSÎ'yê.  Em çûn qereqola cendirmeyan. Lê kesê ku me fam bike û li derdê me guhdar bike tune ye. Me xwest girtekê bigirin û ziyanê tespît bikin. Piştre ji min re got biçe tit nabe.    Rençber Çiftçi Ali Karadag jî heman tişt ani ziman û diar kir ku ji ber boriyen DSİ diteqin zeviyên wan ên çandî di bin avê de dimîne û wiha got: "Ji ber zeviya min di bin ave de ma min 40 hezar tl zerar kir."    Rençber Yunus Yavuzel jî anî ziman ku li ser 14 dolim zevî bexdenûs çand û wiha got: "Piştî min tov çand di bin avê de ma. Min tenê li vir 5 hezar tl zerar dit. Bi giştî nêzî 9 hezar zerara min heye.