Parêzerê qeyûm çûye giliyê şaredariya Cizîrê kiriye 2019-06-09 09:04:21   ŞIRNEX – Hat zanîn ku serlêdana îcrayê ya qeyûmê Cizîrê parêzerê bi navê O.Y. ku di serdema qeyûm de girtin kar û hêj parêzerê şaredariyê tê dîtin hatiye kirin. Hevşaredar Mehmet Zirig jî got: “Karên bêrêbaz dikin” û giliyê wî ji Baroya Şirnexê re kir.    Qeymeqamê navçeya Cizîrê ya Şirnexê Faîk Arican ê ku beriya hilbijartina 31’ê Adarê qeyûmê şaredariyê bû bi hêceta şaredarî 15 rojan jê re deyndar e teblîxname ji şaredariyê re şandibû. Arican li ser ku ji bo rojên di navbera 15-31’ê Adarê de 15 roj 6 hezar û 743,84 TL ranezandine hesabê wî, serî li Daîreya Îcrayê ya Cizîrê da û doza îcrayê li şaredariyê vekiribû.    SAZIYA LÊ DIXEBITE DAYE ÎCRAYÊ    Hat zanîn ku di şûna qeyûm Arican de parêzerê bi navê O.Y. ku di serdema qeyûm de girtine kar û hêj wek parêzerê şaredariyê tê xuyakirin serlêdana îcrayê hatiye kirin. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig jî bi ji ber ku parêzer ji bilî xizmeta şaredariyê nikare xizmeta tu deverê din bike, giliyê parêzer ji Baroya Şirnexê re kir û xwest derbarê wî de lêpirsîn bidin destpêkirin.    ‘KARÊN BÊRÊBAZ DIKIN’    Hevşaredar Zirig da zanîn ku tê fêmkirin ne qeymeqam û ne jî şêwîremndê wî yê fikir û hiqûqê kesê parêzer haya wan ji qanûnan nîne û got: “An jî bi zanebûn van karên bêrêbaz dikin.”