Li Agiriyê zarokek hat kuştin 2017-11-18 16:46:10   AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê zarokê bi navê Jiyan Can (12) bi kêrê hat kuştin.   Li navenda sûka Bazîdê ya Agiriyê di navbera zarokan de şer derket. Di şer de zarokê 12 salî Jiyan Can hat kêrkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Can rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz û ji wir jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.