Li Şirnexê bi binasiya 'butçeya kêm' înşaata 13 dibistanan rawestandin 2019-06-08 14:28:48   ŞIRNEX - Li hin gundên girêdayî navçeyên Şirnexê 13 dibistanên ku sala borî dest bi lêkirina wan hatibû kirin, bi binasiya 'butçeya kêm'  înşaata hat rawestandin.    Li hin gundên girêdayî Şirnex û navçeyên wê sala borî 13 dibistanên ku sala borî dest bi lêkirina wan hatibû kirin, înşaata wan hat rawestandin. Dibistanên ku ji aliyê walîtiyê ve dest bi lêkirina wan hatibû kirin, bi binasiya 'butçeya kêm'  înşaata hat rawestandin. Hat hînbûn ku dibistanên lêkirina wan nîvcû mane li gund û bajarokên girêdayî navçeyên mîna Silopya, Hezex, Cizîr û Qilebanê ne.