'38 sal in êşa me qet kêm nebûye’ 2019-06-08 14:27:52 STENBOL – Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 741’emîn de Veysel Guney ê di 28’ê kanûna 1980’î de eskeran ew binçav kirin û bi darve kirin û winda kirin bibîr anî û li aqûbeta wî pirs kirin û gotin: “38 sal in êşa me qet kêm nebûne.”    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 741’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê bên gel hev. Polîsan carek din dayikan asteng kir û li ser vê yekê dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Gellek kes beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan û qurnefilan hildan.    Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê li aqûbeta Veysel Guney ê di 28’ê kanûna 1980’an de ku li Dîlokê hat binçavkirin û pişt re bi darve kirin û winda kirin pirsî.    ‘ÎKTÎDAR BIGUHERIN JÎ LÊ FERASET HEMAN E’    Daxuyaniya vê hefteyê keça Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993’an de li Siwêrega Rihayê hat windakirin Serpîl Taşkaya da. Taşkaya diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî nemaye û kesên li dijî polîtîkaya AK’ê îtîraz dikin jî wan ji her tiştî mehrûm dikin. Taşkaya anî ziman ku Dayikên Şemiyê 42 hefte ne ji ber polîtîkayên qedexekar ên îktîdarê nikarin li Qada Galatasarayê kom bibin û got: “Li Tirkiyeyê her çiqas îktîdar biguherin jî lê feraste heman feraset e. Ev 741 hefte ne li dijî vê pergalê em dixwazin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.”    ‘PIŞTÎ BI DARVEKIRINÊ WÎ WINDA DIKIN’    Taşkaya da zanîn ku Veysel Guney di 24 saliya xwe de di 28’ê Kanûna 1980’î ku piştî darbeya leşkerî li Dîlokê di serdegirtina malekê de tê binçavkirin û piştî wî bi darve dikin winda dikin û ji wê rojê ve cenazeyê wî nehatiye dîtin û hemû serlêdan û rêya hiqûqê ya ji bo Guney bêencam mane. Taşkaya got: “Ji darvekirin û windakirina Veysel Guney hemû eskerî û unsurên sivîl berpirsiyar in. Em dixwazin demildest cihê cenazeyê Guney tespît bikin û bê dîtin.”    ‘EM DIXWAZIN CEJNÊN XWE BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ BIKIN’    Dayika Murat Yildiz ê di 23’ê sibata 1995’an de di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildzi jî axivî û got: “Ez cejna hemû beşdarvanan pîroz dikim. Cejn tên û derbas dibin, lê em xemgîn in. Her kes kêf û şahî dike, lê yê me çavê me li rêya ye, em di şînê de ne û êşa me dubare dibe. Bi salane em li bendê ne ku cejnên xwe bi kêfxweşî pîroz bikin. Lê mixabin ev yek pêk nayê.”    ‘38 SAL IN ÊŞA ME KÊM NEBÛYE’    Apê Veysel Guney, Dogan Guney jî diyar kir ku biraziyê wî 38 sal berê ji aliyê dewletê ve hat bidarvekirin û windakirin û got: “Dewletê me muhtacî gorekê kiriye. Ev 38 sal in êşa me qet kêm nebûye. Em dixwazin hemû kujer li ber edaletê hesab bidin.”