HDP’iyan xistin ber lêpirsîna ‘bi fermanê’ goristan ziyaret kirine 2019-06-08 13:31:14   AMED – Derbarê Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê û rêveberên wê de bi îdaya “bi fermanê” di arîfeya Cejna Remezanê de goristan ziyaret kirine lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi boneya di Cejna Remezanê de ziyareta goristanê kirine derbarê Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan û rêveberên HDP’ê û endamên wê de lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsînê bi îdaya HDP’î “bi fermanê” çûne serdana goristanê hat destpêkirin.    BANGA ÎFADE DAYÎNÊ LI WAN KIRIN    Polîsan bang li kesên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin kir û xwestin biçin emniyetê îfade bidin.    Di nav kesên banga îfade dayînê li wan hatiye kirin Hevserokên HDP’a Amedê Uyanik û Ceylan, rêveberên HDP’ê Mehmet Bakşr, Abdullah Arkan, Saît Demîr, Alî Îhsan Karahan, Vahap Gunay, Alî Atman, Yuksel Elmas, Basît Bat, Nurettîn Bakan, Kemal Baran, Murat Kiliç û Îrfan Soner cih digirin.