Wesayîteke LPG'î teqiya 2019-06-08 12:21:38   AMED - Li Amedê wesayîtek dema ku di rê de diçû agir pêket û teqiya.    Li ser rêya Amed û Farqînê wesayîteke LPG'ê  dema ku di rê de diçû, di kîlometreya 20'an de ji ber sedemeke ne diyar agir pê ket. Dema agir bi tankêrê ket, ajokar bi awayekî lez û bez wesayîtê rawesatnd û xwe jê avêt û dûrket. Bi dûrketina ajokar re wesayîta LPG'ê teqiya. Piştî bûyereka tiştek nehat serê kesî yekîneya agirkujiyê çû cihê bûyerê û agir vemirandin.