Balafirên şer çoltara Lice bombe kirin 2019-06-08 10:37:30 AMED - Balafirên şer ên TSK'ê çoltara Gundê Lîcokê yê navçeya Lice bombe kir. Piştî balafiran herêm bombe kir, esker derketin operasyonê.    Welatiyên Gundê Lîcokê ya Navçeya Lice ya Amedê diyar kirin ku şev nîvê şevê balafirên şer ên TSK'ê herêma gundê wan bombe kirine. Welatiyan anîn ziman ku piştî balafiran herêm bombe kir, helikopterên atak li ser herêmê gule reşandin û piştre helîkopterên skorsky yekineyên taybet sewqî herêmê kirin. Welatiyan diyar kirin ku piştî operasyona eskerî têkildarî encama operasyonê agahiya wan tune û nizanin ka pevçûnê rûdaye ya na. Welatiyan da zanîn ku operasyona eskerî berdewam dike.