‘Em ji tirsa îşkenceyê nikaribûn biçin daşirê jî’ 2019-06-08 09:09:55 RIHA – Guler Alakuş behsa îşkenceya li Xalfetiyê kir û got: “Em ji tirsa dê di binçavan de îşkence bikin nediçûn daşirê. Divê îşkencekar bêceza nemînin.”  Şêniyên gundê Derto ya girêdayî navçeya Xalfetiya Rihayê ku navê wan bi îşkenceya li wan hat kirin hat bihîstin behskirina îşkenceyê didomînin. Guler a Alakuş a piştî pevçûna di 18’ê gulanê de qewimî û di serdegirtina malê de hat binçavkirin, piştî binçavkirina 6 rojan hat berdan. Mexdûrên îşkenceyê qala îşkenceyê ji parêzerên girêdayî Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê kirin. Alakuş da zanîn ku saet li 02.00’yê şevê esker û polîsan bi ser mala wan de girtiye û neferên malbatê û mêvanên wan destê wan bilind kirine derxistine derve.    HETA JI SER HIŞÊ XWE DIÇE ÎŞKENCE LÊ DIKIN    Alakuş diyar ku polîsan çawa wan ji mal derxist bi qûntaxên çekan îşkence li wan kirine û got: “Destên me paş ve kelepçe kirin. Li baxçeyê malê heta serê sibê me li erdê hiştin. Kêlî bi kêlî îşkence li me dikirin. Heta serê sibê dijûnan bi me kirin. Bi postalên xwe pê li pişta me dikirin. Serê hin kesan li dîwaran dixistin. Di dawiya îşkenceyê de Mehmet Alakuş ji hişê xwe çû. Serê sibehê bi ambulansan me rakirin nexweşxaneyê. Îşkenceyê di hundirê ambulansê de jî dewam kir. Di ambulansê de nehiştin kes serê xwe bilind bike. Dema me digot wisa nekin hin bêtir li me didan.”    LI KORÎDORÊN NEXWEŞXANEYÊ ÎŞKENCE    Alakuş da zanîn ku wan bi ambulansên cuda rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecûkê û piştî wan rakirin nexweşxaneyê jî li cihek hatibû îzolekirin jî îşkence li wan kirin û di koridara nexweşxaneyê de li ber çavên bijîşka îşkence li hin ferdên malbatê kirin. Alakuş got xebatkarên nexweşxaneyê û bijîşkan tenê li wan temaşe kiriye û got: “Qey te digot ne nexweşxaneye me birine îşkencexaneyê.”    Alakuş diyar kir ku li nexweşxaneyê ji bilî ji wan tiştekî bipirsin bi dolmîşên polîsan wan birine Miduriyeta Polîsan a Rihayê û li hemû nezaretxaneyên Şaxa TEM’ê ya Rihayê heta êvarê berê wan li dîwar li piya sekinandine.    ‘JI TIRSA KU BÊN ÎŞKENCEKIRIN EM NEDIÇÛN DAŞIRÊ'   Alakûş diyar kir ku bi jinan re di heman nezaretê de mane û wiha got: "Her tim hinekan derdixistin jorê. Me memeleya xerab ji rewşa nebaş a kesên ku derdiketin jorê û dihatin fêm dikir. Min didît ku her kesê ku derdixistin jorê û paşê dadixistin xwarê rewşa wan nebaş e. Di berdewamê de me hemûyan derxistin jorê û di îşkenceyeke giran re derbas kirin. Dema ku derê nezaretxaneyê vedibû em ji cihê vecidiniqîn û radibûn. Dema ku deng dihat herkes difikirî ku dor tê wan. Her wiha kesên ku pêwîstiya wan daşirê hebû jî ji tirsa ku bên îşkencekirin newiribûn biçin daşirê."    PIŞTÎ ÎFADEYÊ JÎ ÎŞKENCE   Alakûş destnîşan kir ku piştî hevdîtina bi parêzeran re hînbûna raya giştî bi îşkencekirina wan hesiyaye û wiha got: "Li gel vê yekê jî îşkence bi dawî nebû. Roja dawî ya ku min bi parêzer re îfade da jî min derxistin qata jor û îşkence li min kirin. Beriya niv saet ku derkevin edliyeyê jî ev îşkence berdewam kir."   DOZGER ZEXT KIR   Alakûş da zanîn ku piştî îfadeyê xwe yê li miduriyeta polisan dema hatiye edliyeyê polisan bêyî parêzer wê kiriye odeya dozger û ev tişt got: "Ji bo ku ez li ser kesên din îfade bidim dozger zextê li min kir. Piştî ku hatim berdam dema ku ji bo girtina amûrên xwe çûm miduriyeta polisan, polisekî qelew ê bi rû û berçavk gef li min xwar û ji min xwest ku îşkenceya li min hatiye kirin venebêjim."    'EZ JI ÎŞKENCEKARAN GILÎKER IM'   Alakûş ku pirsa "Me çi tiştî kiribû ku vê îşkenceyê li me bê kirin" kir û wiha pêde çû: "Ez ê mafê xwe heta dawiyê bipirsim. Li edliyeyê jî îşkence li me kirin, em ê vê yekê qebûl nekin. Daxwaza me ew e ku hesab ji kesên îşkence li me kirin bê pirsîn û derkevin hemberî darazê. Ji ber vê yekê ji hemû polisên ku îşkence li me kirin gilîker im."    MA / Erdogan Alayumat