'Desthilatdariyê li Dêrsimê komkujî pêk anî' 2017-11-18 16:19:25   STENBOL - Xebatkarên kanala TV 10'ê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan dîsa bê vekirin çalakî pêk anîn. Serokê Lijneya Rêvberiya TV 10'ê Velî Buyukşahîn, aşkera kir ku desthilatdarî ji kevneşopiya berpirsyarên Komkujiya Dêrsimê tê û ew jî berpirsyarên komkujiyê ne.   Di çarçovya Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) de kanala TV 10'ê hat girtin, xebatkarê kanalê ji bo televîzyona wan bê vekirin 58 hefte ne li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk tînin. Ji derveyê xebatkarên TV 10'ê, endama MYK'a HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên Seyîd Riza û xebatkarê TV 10'ê Pîr Mustaf Deprem ê hefteyek berê jiyan xwe ji dest da hat hilgirtin.    Daxuyaniya hefteyê Buyukşahîn xwend û aşkera kir ku di civaka elewiyan de jin û mêr wek hev in û bal kişand ser axaftinên Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek. Kuçukşahîn da zanîn ku Perînçek axaftinên wekî "Komar ji bo derebeyê birûxîne çûye wê derê. Heke komkujî pêk nehata, Seyîd Riza nehatiya darvekirin, dê heta niha hêj jî jin bi porê wan bihata girtin û bi erdêre bihata kaşkirin" ji bo Dêrsimê xebitandiye û wiha got: "Divê ev kes baş bizanibin ku di civaka elewiyan de jin û mêr wekî hev in. Îro li dijî jinan tecawiz û komkujî pêk tên, mafê axaftinê û siyasetê tune. Lê di civaka elewiyan de jin û mêr wekî hev in."   Buyukşahîn aşkera kir ku desthilatdarî ji kevneşopiya berpirsên komkujiya Dêrsimê tê û piştrast kir ku ew jî berdewama kumkujiyê ne.