ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-08 09:00:09 * Cotkarên ji ber krîza aborî demek dijwar derbas dikin diyar kirin ku ji ber şiliya îsal rêjeya xêr û bera îsal ji sedî 50 daketiye û gotin: “Her kes ji bankayan re deyndar e. Em ji aliyekî ve deyn didin ji aliyekî ve deyndar dibin.”  * Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji bo Projeya Restorasyon û Sererastkirina Derdora Nekropola Kizilkoyunê 26,5 milyon TL xerc kir. Lê 7 sal in proje xilas nebûye. Cihê tatên jê hatin derxistin bûye cihê tiryakkêşan.   *Parlamenterê HDP’ê da zanîn ku bi hevdîtinên yên li gel Ocalan re “ji şaşîtiyê vegeriyan” û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd deklarasyona di 2013’an de hat eşkerekirin hêj derbas dar e û got: “Divê deklarasyona 2013’an carek din bikeve meriyetê.”    * Parlamenter û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, bal kişand ser gotina Bînalî Yildirim a “Kurdistan û Dersim” û wiha got: "Ev gotina Yildirim gotimek pêkenok e. Hemû kolan pê dikenin. Hemû pêşniyarnameyên me yên peyve Kurdistan di navde hene, tev bi hinceta 'Qibe, dişkîne, birîn dike' tên dîtin û red dikin. Bînalî Beg dema Serokê meclîsê bû red dikir, niha jî bi xwe dibêje Kurdistan."    * Guler Alakuş behsa îşkenceya li Xalfetiyê kir û got: “Em ji tirsa dê di binçavan de îşkence bikin nediçûn daşirê. Divê îşkencekar bêceza nemînin.”    * Wekîlê berê yê ANAP’ê Abdulbakî Erdogmuş anî ziman ku hevdîtina dewletê ya ji nûve li gel Ocalan pêşketinên li Sûriyeyê bi bandor in û got: “Tirkiye îro ji aştiya navxweyî bêtir,  pêşketinên li Sûriyeyê girîng dibîne. Di serdema nû de dê hevsengî ber bi Sûriyeyê ve biçe.”    * Parlamenterê CHP’ê Kanî Beko peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ya esil ew e li ser vê axê aştiyek mayînde pêk were. Heta ev yek pêk neyê dê gellek êş bên qewimandin.”     * Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) dê li navçeya Sûrê li kolana nûçeghanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8'ê Hezîrana 1992'an de di encama êrîşa çekdarî de lê hat kuştin bibîr. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Sêrtê û Hevserok Pervîn Buldan jî li Colemêrgê bi rêveberên partiya xwe û gel re bên gel hev. (11.00)   * Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin" li dar bixin. (12.00)       * Di 3'yemîn Roja Çalakiya Kurewî ya Heskîfê de li Navçeya Heskîfê daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin. (12.00)                * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 741'emîn de li Qada Galatasarayê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin bên gel hev. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê ya Stenbolê li Gada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 376'emîn de û Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî jî di hefteya 249'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakî li dar bixe. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî dê çalakiya xwe ya heftane ya ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar bixe. (14.00)